Îham Ehmed bersiv da banga Seybanî

22 rêbendan 2025 15:54
Îham Ehmed bersiv da banga Seybanî

PeyamaKurd – Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îham Ehmedê bersiva daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî ya îro bi kurdî da.

Îlham Ehmed di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de wiha got: “Em rêzê li daxuyaniya Birêz Esed Şeybanî ya derbarê kurdan de digirin. Dema ku mafên kurdan di makezagonê de bên qebûlkirin, kurd wê rengê xwe li civaka Sûriyeyê bidin. Em dikarin bi hev re Sûriyeyeke nû, pirreng û nenavendî ava bikin.”

Şeybanî çi gotibû?

Wezîrê Derve yê Rêvebiriya Demkî ya Sûriyeyê Şeybanî diyar kiriye ku ji aliyê rêjîma Esed ve bêedaletiyeke mezin li kurdan hatiye kirin.

Şeybanî li ser hesabê xwe yê Xê bi kurdî peyamek weşand û bang li kurdan kir ku bi hev re welat ava bikin.

Şeybanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: 

“Kurdên Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin.

“Civaka Kurd li Sûriyê rastî neheqiyeke mezin ji aliyê rejîma Esed ve hatiye. Werin em bi hev re welatekî ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike ava bikin.”