IDMC & NRC: Hejmara koçberan, di salekê de gihîst 59 milyonan
PeyamaKurd- Amarên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku di nav 2 mehên dawîn de nêzîkî 8 milyon kesan ji Ukraynayê koç kirine. Li gorî daneyên hatin parvekirin; hejmara koçberan a sala 2021an, gihîştiye 59.1 milyonan. Rêvebirên NRC û IDMCê li ser rewşê gotin ku ‘Cîhan hildiweşe.’
Navenda Çavdêriya Koçberbûna Navxweyî (IDMC) û Encûmena Koçberan a Norwecê (NRC), hejmarên koçberan a sala 2021an ragihandin. Li gorî raporta ku hat belavkirin, ev hejmar ji 24ê Sibatê ango ji destpêka Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ve gihîştiye asta herî bilind. Rêvebera Navenda Çavdêriya Koçberiya Navxweyî Alexandra Bilac ragihand ku dê sala 2022yan, bi taybetî ji ber şerê li dijî Ukraynayê, reş û tarî derbas bibe.
Raport nîşan dide ku li welatên wekî Sûriye, Iraq û Lîbyayê, hejmara kesên ku koç dikin, hîn jî zêde ne. Hat ragihandin ku di sala 2021an de ji ber karesatên xwezayî, piraniya koçberan li Çîn, Hindîstan û Filipînan hatine dîtin. Hat eşkerekirin ku di sala 2021an de li hin welatan, koçberiya navxweyî jî zêdetir bûye.
Sekreterê Giştî yê NRCê Jan Egeland di dema eşkerekirina raportê de got ku “Cîhan hildiweşe. Rewşa cîhanê tu car wiha nebaş nehatiye dîtin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin