Idlib | Tirkiyê li El Zawiyê binkeyeke din a leskerî ava kir

21 mijdar 2020 01:01
Idlib | Tirkiyê li El Zawiyê binkeyeke din a leskerî ava kir

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê piştî vekişîna ji hin xalên çavdêriyê yên li dorûbera Idlibê ketibûn bin dorpêça hêzên rejîmê, li başûrê Idlibê xaleke din a leşkerî ava kir.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) artêşa Tirkiyê li gundê Biliyûn yê li Cebel El-Zawiyê binkeyeke din a leşkerî ava kir.

SOHRê da zanîn, piştî avakirina wê xala leşkerî karwaneke ku ji maşîneyên leşkerî, alavên leşkerî û lojistîk û jimareke leşker pêk dihat sewqî wê binkeya leşkerî hatin kirin.

SOHRê diyar kiriye ku ev xala duyem e leşkerî ya tirk e ku li heman gundî hatiye avakirin û bi avakirina vê xala leşkerî re hejmara xalên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê gihîştiye 71an.