Idlib | Di navbera çekdarên Tirkiyê û rejîma Sûrî de serekî dijwar rû da
PeyamaKurd - Li Idlibê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, şerekî dijwar rû da.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, şevê din şerekî dijwar bi çekên giran û navîn di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li eniyên şer ên Filêfil û Riwêha yên başûrê bejahiya Idlibê derket, lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.
SOHRê da xuyakirin, doh jî hêzên hikumeta Sûriyê bi obusan bajarokên Kensefra, Bara û gundê El-Mûzera yên Cebel El-Zawiya ya bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.
Herwiha hêzên rejîmê herêmên El-Fitêra, Sifohên û Filêfil ên başûrê Idlibê jî topbaran kirin ku hevdem balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundewarên rojavayê Helebê û başûrê Idlibê geriyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin