Idlib | Derdora baregeha Tirkiyê hat topbaran kirin

15 tîrmeh 2022 23:16
Idlib | Derdora baregeha Tirkiyê hat topbaran kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku gelek moşek li derdora xalên artêşa Tirkiyê yên li rojavayê Seraqibê ya li rojhilatê Idlibê ketin.

Piştî wê topbaranê jî çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîma Şamê li herêmê baregehên hevdu topbaran kirin.

Hat zanîn ku li Seraqibê ya li rojhilatê Idlibê û li ser rêya M4 a Heleb-Laziqiyê çekdarên ‘Fetih El-Mubîn’ ên bi ser Tirkiyê ve û hêzên Sûriyê bi moşekan baregehên hev bombe kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku şerê navbera hêzên sûrî û komên çekdar de, piştî ku derdora baregehên Tirkiyê hatiye topbaran kirin, rû daye ku derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine belavkirin.