Idlib | Agir bi çadirên koçberan ket: 20 malbatên koçber derbider bûn

20 tebax 2021 17:08
Idlib |  Agir bi çadirên koçberan ket: 20 malbatên koçber derbider bûn

PeyamaKurd Di bakurê parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, agir bi çadirên koçberan ket û di encamê de, 20 malbatên koçber derbider bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, li kampa Semdûn a koçberan li derdora bajarokê Silqîn li bakurê Idlibê, ji ber teqîna butleke (tub) gazê di nav otombîlekê de ku nêzîkî çadirên koçberan bûye, agir bi çadiran ketiye û di encama bûyerê de, 20 çadirên koçberan şewitîne û 20 malbat derbider bûne. Herwiha 2 kes jî di bûyerê de bi sivikî şewitîne.

Di dema dawî de li kampên Idlib û Helebê, bûyerên şewatê zêde bûne.

Hêjayî gotinê ye, deverên sînorî yên li bakur-rojavayê Sûriyê hejmarek mezin ji konan li xwe digire ku şêniyên wan ji gundewarên Idlib û Hemayê koçber bûne, ku ew çadir ji qumaş û plastîk in, ku bi hêsanî dişewitin.