Îdia: Ocalan ji PJAKê re got beşdarî operasyoneke bejayî nebin

19 adar 2026 19:07

Nivîskarê tirk Abdulkadir Selvi îdia kir ku Abdullah Ocalan peyamek ji PJAKê re şandiye û ji wan re gotiye ku beşdarî operasyoneke bejayî ya li dijî Îranê nebin.

Îdia: Ocalan ji PJAKê re got beşdarî operasyoneke bejayî nebin

RûpelNews - Di gotara xwe ya îro hatiye weşandin de, nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi îdia kir ku Abdullah Ocalan peyamek ji  Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re şandiye û tê de bang li wan kiriye ku "beşdarî operasyoneke bejayî ya li dijî Îranê nebin."

Li gorî Selvî, di peyama xwe de, Ocalan diyar kiriye ku "tevlibûna komên girêdayî PKKê di êrîşê de dê bibe şaşiyeke dîrokî." Selvî got, "Ocalan hişyarî da ku 'êrîşa li ser Îranê dê têk biçe'."

Di domahiya gotara xwe de, Selvî diyar kir, "Mirov dikare bibêje ku hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo pêşîlêgirtina vê yekê bi ser ketine, di demekê de ku Îsraîl û Amerîka hewl didin komên kurd ji bo êrîşkirina li ser Îranê birêxistin bikin. MÎT careke din erkeke dîrokî bi cih tîne," û lê zêde kir, "Wisa dixuye ku banga Ocalan bandorê dike."