Îddia: Îran jî ji bo peymana Mekkeyê hat vexwendin

23 tebax 2026 15:15

Hatiye îdiakirin ku Îran jî ji bo tevlîbûna Peymana Parastinê ya Hevbeş a Mekkeyê, ya ku ji aliyê Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatibû îmzekirin, hatiye vexwendin.

Îddia: Îran jî ji bo peymana Mekkeyê hat vexwendin

RûpelNews -  Li gorî raporeke saziya medyayê ya Lûbnanî El Mayadeen, ku behsa berpirsekî payebilind ê Îranê dike, hikûmeta Tehranê di destpêka vê mehê de ji bo tevlîbûna Peymana Parastinê ya Hevbeş a Mekkeyê ku hevpeymaniyeke nû ya ewlehiyê ye û ji aliyê Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatiye avakirin hate vexwadin.

Serokê Khaneh Mellat ê ajansa nûçeyan a fermî ya Meclîsa Îranê Mehdi Rahimi ji El Mayadeen re got: "Îranê ji bo tevlîbûna Peymana Mecê hat vexwendin û niha li ser wê difikire."

Rahimî diyar kir welatên cîran li sîwaneke ewlehiyê ya herêmî digerin û da zanîn ku ev pêşketin ji bo Îranê 'serkeftinek' e.

Lêbelê, ev vexwendina navborî heta niha ji aliyê Wezareta Derve ya Îranê an jî ji aliyên Enqere, Riyad û Îslamabadê ve bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

Çi bibû?

Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, Mîrê Erebistana Siûdî Muhammed bin Salman û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di 7ê Tebaxa 2026an de Peymana Parastinê ya Hevbeş a Mekeyê îmze kirin.

Peymanname li ser prensîba 'parastina dualî' ava bûye, ku tê de êrîşek li ser yek welatekî endam wek êrîşek li ser hemûyan tê hesibandin.

Enqere ji bo firehkirina vê tifaqê peyamên erênî dabûn û ji bo beşdairya welatên din derî vekirî hişt ku yek ji wan welatan jî Misir wek namzet hat destnîşankirin.