ICJ îro biryara doza "Nîjad-qirî" ya Îsraîlê dide

26 rêbendan 2024 18:07
ICJ îro biryara doza "Nîjad-qirî" ya Îsraîlê dide

PeyamaKurd - Dîwana Dadê ya Navneteweyî (ICJ), wê îro biryara doza 'Nîjad-qiriyê' ku Başûrê Afrîkayê li dijî Îsraîlê vekiribû bide.

Hate ragihandin ku wê Wezîrê Derve yê Afrîkaya Başûr Naledi Pandor jî beşdarî danişîna dozê ya îro ku wê li bajarê Lahey ê Hollandayê pêk bê bibe.

Tê payîn ku ICJ îro, êvarê biryara xwe ragihîne.

Piraniya hiqûqnasên pisporên dozên navneteweyî diyar kirin ku ew li bendê ne ku ICJ, daxwazên Afrîkaya Başûr ên bergirî yan jî îhtiyadî qebûl bike. Lê belê Îsraîl li bendê ye ku ICJ van daxwazan red bike.

Berdevkê Hikûmetê yê Îsraîlê Eylon Levy, di derbarê dozê de got: "Bê guman, em li bendê ne ku dadgeh, van tawanbariyên Afrîkaya Başûr ku li Îsraîlê dike ku bi temami angaştên pûç in, red bike."

Afrîkaya Başûr di 29'ê Kanûna sala çûyî de bi angaşta ku operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Xezeyê 'Peymana Nîjad-qiriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di 1948an de hatiye pesendkirin binpê kiriye, serî li Dîwana Dadê ya Navneteweyî dabû.

Ji ber ku Nîjad-qirî yan jî Jenosîd, ji kuştina mirovan wêdetir çalakiyan dixwaze, yek ji tawanên ku mîsogerkirina wan herî zor e. Ji bo piştrastkirina vî tawanî, pêwîst e hewldana qirkirinê ya dewletekê ya li dijî beşek an jî tevahiya neteweyekê yan jî pêkhateyekê bê mîsogerkirin.