Îbrahîm Biro: Dengê yekrêziyê yê TEVDEM û PYDê cihê kêfxwesiyê ye

29 rêbendan 2020 19:11
Îbrahîm Biro: Dengê yekrêziyê yê TEVDEM û PYDê cihê kêfxwesiyê ye

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got ku rêkeftina ENKSê ya ligel Îtilafa Sûriyê ne dijî yekrêziya Kurdan e û li ser hewlên dawî ji Rêveberiya Rojava da zanîn, dengê ku ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan, ji nav TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bilind dibe cihê kêfxweşiyê ye.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ku Endamê Polîtbûroya Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê ye, di bernameya Rûdaqê de ragihand, rêkeftina wan li gel Îtîlafa opozisyona Sûriyê ne li dijî yekrêziya mala Kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê û tekez kir ku niha dema hatiye hemû aliyên Kurdî yên Rojavayê Krdistanê li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Îbrahîm Biro got, wan ew rêkeftina weke ENKSê ligel Îtilafa Sûriyê pêk anîye ku di berjwendiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyê Kurdî de ye û Amerîka jî dibêje ew pêgaha ENKSê cihekî rast e, divê aliyên din ên Kurdî jî derbasî aliyê opozisyonê bibin.

Li ser naveroka rêkeftinê jî Biro diyar kir ku ji bo vegera xelkê Rojavayê Kurdistanê bo deverên xwe û demografiya herêmê neyê guhertin û kiryarên çekdaran li deverê kêm bibin, wan ligel Îtilafa Sûriyê rêkeftin kiriye.

Îbrahîm Biro da zanîn ku ew ji wê yekê kêfxweş in ku dengê ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan, ji nav TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bilind dibe û tevî ku hinek sozên derbarê girtiyan de nehatine bicihkirin, lê ew vê li ber yekîtiya Kurdan nakin asteng û ew dê baş bangawaziyên ji bo yekrêziya Kurdan bişopînin û dê danûstandinan bikin.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê diyar kir ku ew dixwazin çi weke aliyê garantor çi aliyê çavdêr Amerîka, Fransa yan çi dewleteke xwedî hêz be, ji bo danûstaninên di navbera Kurdan de hebe.

Îbrahîm Biro destnîşan kir ku hin aliyên navdewletî jî daxwaz dikin ku helwesta Kurdan yek be.