Husên: Amerîkî girîngiyeke mezin didin pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Washingtonê di daxuyaniyekê de diyar kir, pêwendiyên Iraq û Amerîka girîng in û asta pêwendiyan di navbera her du welatan de firehtir dibin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên da zanîn, pêwendiyên Iraq û Amerîka ji her du welatan girîng in û asta pêwendiyan di navbera wan de di warên din de jî firehtir dibin.
Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê Fuad Husên destnîşan kir: “Amerîkî girîngiyeke mezin didin pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji ber ku dizanin bihêzbûna wan pêwendiyan, dibe sedema bihêzbûna Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.
Derbarê liv û tevgera DAIŞê li Iraqê de jî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê eşkere kir: “Rast e tevgera DAIŞê li derdora Kerkûk û Mûsilê heye, lê divê hevkarî û hevahengî di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kirine ku çend baregehên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ava bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin