Hunermendan êsên gel li ser dîwarê avahiyeke hilwesiyayî xêz kirin

24 sibat 2023 13:34
Hunermendan êsên gel li ser dîwarê avahiyeke hilwesiyayî xêz kirin

PeyamaKurd – Hunermendên grafîtî yên Sûriyê wêranî û êşa ku ji ber karesata li welatê wan pêk hatiye, li ser dîwarê avahiyeke hilweşiyayî ya navçeya Efrînê ya ku ji ber erdhejên navenda Mereşê bandor li wê kiriye, nîşan dan.

Azîz Esmer, Selam Hemîd û Muhammed Enîs Hemdûn ên ku bi salan e bi xebatên xwe yên grafîtîyê şer ji cîhanê re vedibêjin, vê carê wêranî û mexdûriyeta erdheja Mereşê nîşan dan.

Hunermendên ku li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê ku herî zêde wêraniya ji ber erdhejan lê hat dîtin, li ser dîwarê avahiyeke hilweşiyayî, êşên gel xêz kirin.

Hunermendên ku peyva "Zilzel" a ku tê wateya erdhejê, li ser dîwarekî wekî avahiyên hilweşiyayî ku dişibînin tîpên Erebî, dilekî birîndar di nîvê destekê de di nava peyvê de xêz kirin.

Hunermendan hewl dan ku bi destekî dilê birîndar didûre, êşa mexdûrên erdhejê nîşan bidin.