Hulya Avsar û Pervîn Çakar ji bo bernameyê hatin cem hev

26 îlon 2024 15:00
Hulya Avsar û Pervîn Çakar ji bo bernameyê hatin cem hev

PeyamaKurd – Demek beriya gera payîzê Sopranoya Kurd Pervîn Çakar bi Hulya Avşar a bi eslê xwe Kurd e re hevdîtin kir.

Hat diyarkirin ku her du nav ji bo 'Axaftinek bi Hulya Avşar re' a ku li ser platforma medyaya civakî ya YouTubeê hat parvekirin hatin cem hev.

 Pervîn Çakar a ku wê di 27'ê Îlonê de bi sernavê 'Stranên Payîzê' derkeve ser dikê, wê pêşî li Stenbolê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Soprano beriya konserê bi hunermenda navdar Hulya Avşar re hat dîtin. Di civîna ku li Stenbolê hat kirin de hat hînbûn ku ji bo bernameya 'Axaftinek bi Hulya Avşar re' qeyd hatine çêkirin.

Herwiha Avşar vîdeoya ku ji bo konsera Çakar a li Stenbolê amade kiribû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X parve kir.

Soprano Çakar a ku herî dawî bi hunera xwe deng veda, bi dengê xwe hewl dide di navbera muzîka Rojhilat û Rojava de pirekê ava bike.