Hukumeta Herêma Kurdistanê: "Em ê birayara xwe ya fermî îlan bikin"

13 mijdar 2020 02:35
Hukumeta Herêma Kurdistanê: "Em ê birayara xwe ya fermî îlan bikin"

PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser qebûlkirina qanûna di derbarê ‘qanûna deynan’ de ku di parlementoya Bexdayê de hat qebûl kirin û xalên li eleyhiya Kurdistanê de lê hatin zêdekirin de peyamekî ragihand. Di peyamê de hat gotin ku dê tewrê fermî yê rêvebiriya Hewlêrê, dê bê îlankirin. Di beyanê de hat gotin ku hukumeta Herêma Kurdistanê dema bi Bexdayê re peymanan çêdike, daîma berpirsiyariya xwe ya qanûnî dizane, qanûna ku niha hatiye qebûlkirin bi endîşeye û nayê qebûlkirin.

Di beyana hukumetê de hat gotin ku bi sedema parlementerên Kurdistanê bi yek dengî li hemberê mijarê rawestiyane gelek raziye û hukumeta Herêma Kurdistanê her wext amade ye ku di çarçoveya qanûnan de pirsgirêkan çareser bike. Di beyanê de hat gotin ku tiştên dixwazin li ser xelkê Kurdistanê bicîh bînin zilme û bo ev zilm neyê bicîhanîn û bo xelkê Kurdistanê bibe xwediyê mafên xwe, wê her hewldan bênkirin.

Di beyanê de hat ragihand ku wê her sê serokatiyên Kurdistanê; serokatiya herêmê, parlemento û hukumet bi nûnerên xwe yên Bexdayê re yên di Parlementoya Bexdayê de werin cem hev û biryara xwe ya fermî beyan bikin.

Parlementoya Bexdayê bi sedema ku li dijî Herêma Kurdistanê hinek xalan li qanûnê zêde kirin û hinek parlementerên sunnî û şî’a li hemberê Kurdistanê tewrên xwe kirin yek û di parlementoyê de qanûn hat qebûlkirin, nûnerêrn Kurdistanê yên li Parlementoya Bexdayê civînê protesto kirin.

Tewrên parlementerên sinnî û şîa li dijî peymanên berê yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûne. Di civînê de di navbera parlementerên Kurdistanê û yên Şia-sunnî de munaqeşe derketiye û parlementerên Kurdistanê civînê terkkirine.