HTS û çekdarên alîgirên Tirkiyê agirbest ragihandin
PeyamaKurd - Di navbera rêxistina Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ-Nûsraya berê) û komên çekdarên opozîsyonên yên Tirkiye piştgiriya wan dike de agirbest hat ragihandin.
Hefteya borî şerekî dijwar di navbera HTŞ û komên din ên çekdar de derketibû û koma bi navê Nuredîn Zengî hatibû hilweşandin û HTŞê hêremeke mezin li dorûbera Idlib, Hema û Efrînê kontrol kiribû.
Medya Tirkiyê ragihand ku di navbera komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi navê Eniya Netewî ya Rizgarîxwaz û HTŞê de rêkeftin hatiye kirin û agirbest hatiye ragihandin.
Li gor rêkeftinê, dê li seranserê Idlibê agirbest were ragihandin, xendek û bendên hatine danîn bên rakirin û veguhestina dîlan bê kirin.
Şerê navbera grûbên opozîsyonê 30yê Kanûna 2018an destpê kiribû û heta niha jî berdewam dikir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin