HSDê daxuyaniya Tirkiyê ya kustina 6 servanan red kir

14 cotmeh 2022 22:29
HSDê daxuyaniya Tirkiyê ya kustina 6 servanan red kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya kuştina 6 şervanên wan ragihand ku ew îdia nerast e.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Twîtterê îdiayên Tirkiyê yên kuştina şervanên wan daxuyanîyek belav kir.

HSDê di daxuyaniya xwe de got: "Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di rojên 12 û 13ê Cotmehê de daxuyanî da û îdia kir ku di van rojan de 6 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in."