HSDê DAISiyên teslîm bûne sand baregeha Amerîkayê

22 rêbendan 2019 23:23
HSDê DAISiyên teslîm bûne sand baregeha Amerîkayê

PeyamaKurd – Bi sedan DAIŞiyên ku li herêma Dêrazorê çek danîn û xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin, bo baregeha leşkerî ya Amerîkayê hatin veguhestin.

Li gor çavkaniyên herêmê, bi sedan endamên DAIŞê yên ji aliyê HSDê ve li bajaroka Hecînê hatibûn dorpê kirin xwe radestî şervanan kirin û çek danîn.

Terorîstên ku teslîm bûn bi çavderiya helîkopterên Amerîkayê ji qada petrolê ya Omer ku girêdayî Dêrazorê ye, bo baregeha Amerîkayê hatin veguhestin.

Hêjayî gotinê ye, operasyonên HSDê yên 11ê Îlona 2018an dest pê kiribûn, bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî li herêmê berdewam dikin.