HSDê bîlançoya operasyona tunekirinê ragihand
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya qonaxa duyemîn a operasyonên tunekirinê yên li dijî şaneyên veşartî yên terorîstên DAIŞê yên li Dêrazor û Hesekê, li Şeddadê bî daxuyaniyekê parve kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê serokê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zobaî ve hate xwendin de hat ragiihandin, “HSDê ji 30’ê gulanê ve 72 km paqij kirine. El Zobaî diyar kir ku 2 hezar û 200 şervanên HSD’ê, 300 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hejmareke polîsên leşkerî cihê xwe di operasyonê de girtine.”
El Zobaî da xuyakirin ku operasyon di saetên şevê de dest pê kir û heta roja piştî saet 16:00an dom kiriye û ev agahî dan:
“Di operasyonê de 500 mezra û gelek gund hatin paqijkirin. Di operasyonê de 51 çeteyên DAIŞê di nav de kesên bi guman jî hebûn, hatin girtin. Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser 35 kalaşnîkof, BKC’yekê, 5 burno, 11 demance, 6 cifte, 2 wesayît û motorsîklêtekê. Em spasiya şêniyên herêmê dikin ku di vê mijarê de bi me re hevkarî kir û bûn alîkar. Armanca operasyonê paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û ewlehiya herêmê ye.”
HSD’ê di 15ê gulanê de qonaxa yekemîn a tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞê dest pê kiribû. Di qonaxa yekemîn de 42 DAIŞî hatibûn girtin û gelek çek û cebilxane jî hatibû desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin