HSDê bersiv da îdiayên medya cîhanê: Ti guherînek nîne...
13 nîsan 2019 22:16
PeyamaKurd – Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) Mustafa Balî derbarê hebûna hêzên amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ragihand ku ti guherînek çênebûye.
Balî li ser hesabê xwe yê twitterê da xuyakirin ku nûçeyên derbarê vekişîna hêzên amerîkî de ne rast in û got, li ser mijarê ti agahdarkirinek bo wan nehatiye kirin.
Mustafa Balî got ku nûçeyên medyaya cîhanê yên cî didin îdiayên vekişîna hêzên amerîkî yên bi HSDê re tevdigerin ne rast in û li ser mijarê ti kordînasyon û agahdariyek bo wan nehatiye kirin.
Balî destnîşan kir ku ti guherînek di veguhestina hêzan de nîne û wekî berê tevgera xwe didomînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
HSDê bersiva îdiayên Sûrî yên "du leskerên me hatine kustin" da
30 cot 2025
Cîhan
HSDê bersiv da îdiayên kustina zêdetirî 100 servanên wan...
19 tbx 2022
Kurdistan
HSDê bersiv da Şamê: Nîşaneya têkçûnê ye
16 rbn 2026
Kurdistan
Dana Gasê bersiva îdiayên rawestandina hilberînê da
02 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin