HSDê bang li Rûsyayê kir ku sozên xwe bicih bîne
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bangewazî li Rûsyayê kir û got, heger êrîşên Tirkiyê ranewestin, dê operasyonên Tirkiyê zêdetir bibin û demografiya herêmê jî were guhertin.
Piştî ku HSDê ragihand ku wan li ser rêkeftina Soçî ya navbera Tirkiye-Rûsyayê ji bo vekişîna hêzên xwe li hev kiriye, êrîşên çekdaran û artêşa Tirkiyeyê jî hîn berdewam dikin û li gorî nûçeyan şerê dijwar diqewime.
HSDê li ser vê rewşê bangewaziyeke vekirî li Rûsyayê kir ku êrîşan bidin rawestandin ku Rûsyayê bi lihevkirina HSDê re ew soz dabû wan.
HSDê gotiye, “Heger hêzên HSDê ji sînoran dûr bikevin dê dê operasyonên Tirkiyê zêdetir bibin li ser herêmê. Heger operasyon zêde bibin jî dê demografiya herêmê were guhertin.”
HSDe di bangewaziya bo Rûsyayê de dibêje, “Çawa ku em dixwazin gelê xwe, destkeftiyên xwe û herêmê biparêzin û bixin jêr ewlehiyê, em bang li Rûsyayê jî dikin sozên xwe bi cih werîne û di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê de rêşa danûstandinên çêker veke.”


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin