HSD: Li Dêrezorê 2 jê fermandar 5 DAISî hatin kustin

05 hezîran 2024 17:55
HSD: Li Dêrezorê 2 jê fermandar 5 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrezorê 2 jê fermandar 5 DAIŞî hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê, li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan li Dêrezorê bi ser şaneyeke DAIŞê de girtiyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona li dijî şaneya DAIŞê ya ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî piştgirî daye de şane hatiye tunekirin.

HSDyê li ser operasyonê ev agahî dan:

“Hêzên me bi operasyoneke ewlehiyê, bi ser şaneyeke terorîstan a li gundê Dehlayê yê li rojhilatê Dêrezorê de girt û di domîna operasyonê de ji ber ku terorîstên DAIŞî bi çekan bersiv dan hêzên me, şer derket. Di encama operasyonê de 2 jê serçete 5 çeteyên DAIŞê hatin kuştin."