HSD: Ji bo parastina yekparçebûna Sûriyê em amade ne bi hikûmeta Samê re bixebitin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî civîna Meclîsa Leşkerî ya HSDê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew ji bo parastina yekperçeyîya axa Sûriyê, amade ne bi hikûmeta Sûriyê re bixebitin.
HSDê li ser naveroka civîna Meclîsa Leşkerî diyar kir ku wan pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê û gefên êrîşê yên Tirkiyê bo operasyoneke leşkerî gotûbêj kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de hat tekezkirin ku her êrîşeke muhtemel a dewleta Tirkiyê wê bandorê li ser aramî û yekitiya xaka Sûriyê bike û ji bo parastina xaka Sûriyê, ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re li dijî êrîşên dewleta Tirk hevkariyê bikin.
Herwiha di civînê de hatiye piştrastkirin ku êrîşeke nû, dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û projeyên dagirkeriyê û gefên dawîn jî destpêka parçekirina Sûriyê ye.
HSDê diyar kir ku her êrîşeke dewleta Tirkiyê dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike ku di demên dawî de DAIŞê ji êrîşên dagirkeriyê sûd wergirtiye û xeteriya wê zêdetir bûye.
Di dawiyê de jî hat gotin, HSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên HSDê ji bo bersivdana êrîşên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin