HSD ji bo koçberên Sûriyê bang li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd – Fermandarê HSD ê Mazlûm Ebdî li ser mijara operasyonên Tirkiyê ji bo ser Rojava û Sûriyê û hem li ser mijara koçberan daxwuyanî da. Ebdî, ragihand ku bêîstîqrarî, krîza darayî û êrîşên Tirkiyê ku li ser Sûriyê dewam dikin, li herêmê dibin sedema mirina sîvîlan û koçkirinan. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got:
“Divê civaka navdewletî ji bo başkirina rewşa mirovan bibe alîkar. Divê her Sûriyeyiyên ku mehsûr mane dagerin welatê xwe. Ez sersaxiyê didim malbatên koçberên ku li peravên Cezayîrê jiyana xwe ji dest dane.
Ji bo felaketekî weha car din çênebe, çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo bûyerên fetisînê çênebin, ji destê me çi were em ê bikin. Em ricayê dikin çiqas Sûriyeyiyên mehsûr mane bila dagerin Sûriyê. Ji bo dagera Sûriyeyiyên mehsûr mane, ji bo dagera wan ji destê me çi hêsankarî were em soz didin em ê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin