HSD: Hêzên me hewldana êrîsa çekdaran a li ser gundê Sakîro ya Eyn Îsayê têk birin
PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan hewldana êrîşa çekdaran a li ser gundê Sakîro ya Eyn Îsayê têk birin.
Navenda ragihandina HSDê, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Çekdarên Dewleta Tirk, di seet 01:00ê şevê de, hewil dan ku bikevin gundê Sakîro ê girêdayî Eyn Îsa yê. Li hember vê hewildana êrîşê, Hêzên me bersiv dan û di encamê de hejmarek çekdar birîndar bûn û yên din jî revîyan. Şer, derdora 30 deqeyan dewam kir û di şer de çekên giran û sivik hatin bikaranîn. Di heman demê de, balafirên keşfê yên dagirkeran li eniyên şer geriyan.”
Di nav 15 rojên derbasbûyî de, ev cara sêyemîn e ku êrîşa artêşa Tirkî û çekdarên wî a bi armnca ketina gundê Sakîro têk diçin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin