HSD: Hêzên me ji Dêrazorê venekisiyane

08 berfanbar 2024 14:02
HSD: Hêzên me ji Dêrazorê venekisiyane

PeyamaKurd - Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ku bi ser HSDê ve ye li ser îdiayên ji Dêrazorê vekişiyane got, hêzên wê mîsyona parastina herêmê û gelê wê didomîne.

Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de hate gotin, "Tevahî nûçeyên derheqê vekişandina hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bajarê Dêrazorê de nerast in. Hêzên me mîsyona xwe ya parastina herêmê û gelê wê didomîne."

Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina operasyonên hêzên opozîsyona Sûriyê yên ji bo ruxandina rejîma Esed, hêzên bi ser HSDê ve jî ji ber vekişîna artêşa Sûriyê li Dêrazorê herêmeke berfireh kontrol kiribûn. Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê herî dawî 6ê kanûnê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew bi armanca parastina gelê Dêrazorê, derbasî bajar û rojavayê çemê Firatê bûne.