HSD: Em ji bo parastina gelê herêmê derbasî Dêrazorê û Rojavayê Firatê bûn
PeyamaKurd - Meclisa Leşkerî ya Dêrozorê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, ragihand ku hêzên wan ji bo parastina gel derbasî bajarê Dêrazorê û Rojavayê çemê Firatê bûne.
Piştî êrîşên komên çekdar û vekişîna hêzên rejîma Sûriyê ji gelek herêman, HSD jî li Dêrazorê bipêş ve çûbû.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pêşketinên li Sûriyê çêdibin, xeteriyeke mezin li ser ewlehiya gel û herêma Dêrazorê çêkirine û ji ber metirsîya komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û çalakbûna DAIŞê li herêmê, hêzên wan li ser bingeha parastina gelê Dêrazorê derbasî bajarê Dêrazor û Rojavayê Firatê bûne.
Hate diyarkirin, “Armanca me ji vê rêveçûnê parastina ewlehiya me û gelê me ye. Ji bo wê bila dilê gelê me yê Dêrazorê rehet be. Ji bo parastina wan û ewlehiya herêmê tişta dikeve ser milê me em ê heya dawî pêk bînin. Ji bo pêşwazîkirin û alîkariya gelê me yê Dêrazorê em spasiya xwe pêşkêş dikin. Hemû gelê me jî divê bi awayek çalak li gel şervanên me mil bi mil parastina xaka xwe bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin