HSD: DYAyê serkirdeyê DAISê li Efrînê kust
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku DYA serkêşiya wê dike, li Sûriyeyê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê Ûsame Cemal Muhemmed Îbrahîm Cenabî kuştiye, lê belê aşkere nekiribû ku serkirdeyê DAIŞê Cenabî li kîjan devera Suriyeyê hatiye kuştin.
“Li Efrînê hate kuştin”
Piştî vê daxuyaniya CENTCOMê, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku hêzên DYAyê, serkirdeyê DAIŞê Ûsame Celam Muhemmed Îbrahîm Cenabî li herêma bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê de ye, kuştine.
Berdevkê HSDê Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em bi mebesta ku di hêrişeke asmanî ya li herêma Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, serkirdeyê DAIŞê Ûsame Cemal Muhemmed Îbrahîm Cenabî kuştine, hevkarên xwe yên Hevpeymaniya Navneteweyî pîroz dikin.”
CENTCOMê deverê diyar nekiribû
CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya de diyar kiribû ku di hêrişeke asmanî ya hevpeymaniya navneteweyî de serkirdeyê DAIŞê Ûsame Cemal Muhammed Îbrahîm Cenabî hatiye kuştin û anîbû ziman ku kuştina Cenabê, wê hêza pêkanîna hêrişên terorîstî ya DAIŞê lawaz bike.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatibû gotin ku hêrişa hevpeymaniyê li Sûriyeyê pêk hatiye, lê belê devera ku Cenabî lê hatiye kuştin nehatibû diyarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin