HSD: Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle li hev kirin
PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiye û Amerîkayê li Rojhilatê Firatê ji bo avakirina herêma ewle li hev kirine û di hin mijaran de nakokiyên cidî di navbera wan de hene.
Çavkaniya nav HSDê ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku digel lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê jî hîn li ser 2 mijaran li hev nekirine.
Li gor çavkaniya HSDê naveroka lihevkirinê wiha ye:
- Tirkiye dixwaze li şûna navê herêma ewle, herêma îstiqrarê were bikaranîn.
- Divê herêma navborî ji Cerablusê destpê bike û heta bajaroka Endiwar a Dêrikê ku heta sînorê herêma Kurdistanê vehewîne nav xwe.
- Bi çavdêriya Amerîkayê ragihandina herêma qedexeya firînê.
- Divê li herêma îstiqrarê rê neyê dayîn ku hêzên Sûriye û hevpeymanên wê yên Rûsya û Îranê derbas bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin