HSD: 2 çekdarên DAISê li Dêrezorê hatine girtin
PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, di operasyonekê de bi alîkariya Dije Terora Herêma Kurdistanê CTG û Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê li Dêrezorê hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, yekîneyên wan ên Antî Terorê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Dije Terorê yên Herêma Kurdistanê CTG operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê pêk anîne.
Li gor daxuyaniyê, operasyon li dijî şaneyeke DAIŞê û li bajarokê Siwer ê Dêrazorê hatiye kirin.
HSD destnîşan dike, hêzên wan di operasyonê de 2 çekdarên DAIŞê girtine ku çendîn çalakiyên kuştin, terorkirina şervanan û rûspiyên navçeyê pêk anîne, herwiha karê qaçaxçîtiyê bi endamên DAIŞê dikirin.
Herwiha HSDê dîmenên wê operasyonê belav kirine û diyar kiriye, hejmareke çek û teqemenî jî bi wan çekdaran re hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin