HSD 150 terorîstên welatiyên Fransayê disîne

09 sibat 2019 17:42
HSD 150 terorîstên welatiyên Fransayê disîne

PeyamaKurd – Hêzeke Taybet a Amerîkayê plan dike ku terorîst û malbatên wan ên welatiyên Fransayê yên ketine destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bişîne welatê wan.

Li gor nûçeya kanala BFMT ya Fransî dê Amerîka 150 DAIŞiyên hemwelatiyên Fransayê ji bo darizandina li welatê wan bişîne ku 60 zarokên bin 18 salî jî di nav wan de hene.

Di nûçeyê de tê gotin ku Amerîkayê wan dîlên di destê HSDê de, di çarçoveya plana şandina welatê wan de ji bo dadgehkirina wan dişîne. Hêzên Amerîkî plan dikin bi balafirekê wan DAIŞiyên hemwelatiyên Fransî bişînin.