Hozan Canê pistî du salên zindanê hat berdan
PeyamaKurd - Hunermenda Kurd Hozan Canê ku bi xwe hemwelatiya Almanyayê ye û sala 2018an dema beşdariya bernameyeke HDPê kiribû li Edirneyê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 2 salên mayîna di girtîgehê de hat berdan.
Hozan Canê ku di çarçova xebatên hilbjartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Edîrneyê roja 24ê Hezîrana 2018an hatibû binçavkirin û bi tohmeta `endamtiya PKKê` 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Parêzera Hozan Canê Newroz Akalan ji ajansa DPA ya Alman re ragihand ku Hozan Canê şevê din 30yê Îlonê ji girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê hat berdan lê belê derketina wê ya derveyî Tirkiyê hîn qedexe ye.
Danişîna doza Hozan Canê ya dadgehê wê 20ê Cotmeha 2020an careke din bê dîtin ku parêzera Hozan Canê berî niha serî li dadgeha bilind dabû bi mebesta hilweşandina cezayê li ser wê hatiye birîn û dadgehê jî tekez kiribû ku ti delîlek berçav nîne ku biselimîne Hozan Canê endama “rêxistinê” ye.
Lê belê dozgeriyê peyam û parvekirinên Hozan Canê yên li medya civakî wekî delîl ji bo îdîayên xwe nîşan dabû.
Hikûmeta Almanyayê ev demek e ji nêzîk ve doza Hozan Canê dişopîne û ji bo berdana wê hewldanên xwe yên dîplomatîk berdewam dike.
Herwiha sala borî keça Hozan Canê Gonul Ors ku ji bo serdana dayika xwe çûbû Tirkiyê, ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû azadkirin û qedexeya derketina ji Tirkiyê li ser wê jî hatibû danîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin