Hollanda konsulxaneya xwe ya Îstenbolê ji bo seredanan girt

01 sibat 2023 02:04
Hollanda konsulxaneya xwe ya Îstenbolê ji bo seredanan girt

PeyamaKurd – Piştî li Îsveçê kesê bi navê Rasmus Paludan li ber sefaretxaneya Tirkiyê ya Stockholmê Quranê şewitand, Amerîka, Fransa û Almanya ji bo hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyarî dabû da bi hezir tevbigerin, xwe ji ciyên qelebalix dûr bixin û di dema seredanên ji bo îbadetxaneyan de, haya xwe li xwe bikin.

Li ser biryarên dewletên jorîn îro sefaretxana Hollandayê ya Îstenbolê ji bo tedbîrên protestoyî û xwepêşandanî ya li ber sefaretxana wan, ji bo demkî avahiya xwe ji bo ziyaretvanan girt. Sefaret di ser hesabê xwe yê Twiterê de weha got:

“Li dora sefaretxana Hollandayê ya Îstenbolê ji ber dibe ku tevgerên protestoyî bibin û ji ber tehdîdên ji bo ser hedefên rojavayî hene, konsulxaneya me ji 30 ê mehê û bi şûn de, wê ji bo ziyaretan girtî be.”