Hizbullahê pistî kustina Arurî êrîsî çend xalên Îsraîlê kir
03 rêbendan 2024 14:23
PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê, piştî êrîşa Îsraîlê ya bi ser Beyrûdê de ku yek ji damezrînerê Lîwayên Izedin Qesam ên Hemasê Salih El Arurî hate kuştin, êrîşî çend xalên leşkerî yên Îsraîlê kir.
Hizbullahê ragihandiye ku wan bi moşekan li xalên leşkerî yên Îsraîlê yên Cel el-Alem, Merc û Mitatê xistiye.
Li gorî nûçeya malpera Walla ya Îbranî, çavkaniyeke ji hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku ew amadekariya rûbirûbûna bersiveke mezin a Hizbullahê ya piştî kuştina Arurî dikin.
Hizbullahê piştî êrîşa ser Beyrûdê ku li taxa Maşrafiye ya herêma Dahiye ya Hizbullah lê xurt e û Hemas tê de bicih bûye, gef li Îsraîlê xwaribû û ragihandibû ku wê ew êrîş bê ceza nemîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî gefa kustina Elewiyan Sêx Xezal li Sûriyê banga grevê kir
07 brf 2025
Jiyan
Ji Hizbullahê pistî agirbestê îdiayeke balkês: Îsraîl hate têkbirin!
28 mjd 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin