Hizbûllahê li ser sedemên vekisîna Amerîkayê çi got?
PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Hizbûllaha Lubnanê Şêx Naîm Qasim el Qentarî li ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê axivî û got, “Biryara vekişînê ji ber têkçûna polîtîkayên Amerîkayê yên li herêmê û lawazbûna bo piştevaniya Îsraîlê ye.”
Qentarî di merasîma yadkirina Samir el-Qentar de ku bi êrîşeke Îsraîlê 20ê Kanûna 2015an li dorûbera Şamê hatibû kuştin de, li ser gotinên tunekirina DAIŞê li Sûriyê îdia kir, “Ev mesele gelekî komîk e. Lewra wan DAIŞ derxist holê û bi piştgiriya çekan bûn alîkar ji berdewama wan re.”
Rêveberê Hizbûllahê got ku yên serweriya DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji holê rakirine hêzên artêşên Sûriyê, Iraqê û bizavên gel in.
Qentar herwiha diyar kir ku ti mafekî Îsraîlê li ser erda Filîstînê tune ye û dê têkoşîna wan a dijî Îsraîlê berdewam bikin.
| Werger û nûçe Peyama Kurd |

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin