Hizbullaha Lubnanê bi Wagner re li hev kir: Ji bo pistevaniya Rûsya hêzê disîne Ukrayna!

27 adar 2022 20:54
Hizbullaha Lubnanê bi Wagner re li hev kir: Ji bo pistevaniya Rûsya hêzê disîne Ukrayna!

PeyamaKurd - Hizbullaha Lubnanê ku nêzîkî Îranê ye, ji bo alîkariyê bide hêzên Rûsiyê, hêzeke leşkerî dişîne Ukraynayê.

Televizyona El-Hedes ragihandiye ku Hizbullaha Lubnanê du hefte berê ligel hêza milîsên kompaniya Wagner a Rûsî li hev kiriye ku bi sedan çekdaran ji bo alîkariya artêşa Rûsyayê bişîne Ukraynayê û hevdîtina rêkeftina Hizbullah û koma Wagner li baregeha Himemim a Laziqiye ya Sûriyê hatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku di civînê de, berpirsê payelind ê ewlehiya Hizbullaha Lubnanê yê bi navê Nacî Hesen El-Şertûnî û yek ji endamên kompaniya ewlehiya Wagner Elêksandir Kozîntsof amadehî kirine.

Li gorî çavkaniyan wê Hizbullaha Lubnanê 800 çekdaran ji bo piştevanîya Rûsyayê bişîne Ukraynayê ku tê gotin, Hizbullah hewl dide bi rêya kompaniya Wagner ji kompaniya dewleta rûsî ya çêkirina çekên Rûsî Almaz-Antî çekan bikire.

Hêjayî gotinê ye, Berpirsê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrallah 19ê Adarê red kiribû ku hêzê ji bo alîkariya Rûsyayê dişînin Ukraynayê.