Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên dawî!

15 gulan 2023 02:00
Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên dawî!

PeyamaKurd- Li gorî encamên herî dawî yên ajansa nûçeyan a ANKAyê ji % 62,78ê sindoqan hatin vekirin. Li gorî van daneyan, Erdogan ji %48,01, Kiliçdaroglu ji %46,22, Sînan Ogan ji %5,32yê dengan girtine.

Li gorî heman daneyan, Muharem Înce ku xwe ji namzetiyê vekişand jî ji % 0,45ê dengan girtine.

Her wiha li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê jî ji % 60,36ê sindoqan hatine vekirin. Rêjeya dengên Recep Tayîp Erdogan ji % 51,70 e. Rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu ji % 42,46, rêjeya dengên Sînan Ogan jî ji % 5,33 ye. Rêjeya dengên Muharem Înce yê ku ji namzetiyê vekişiya ji % 0,52 ye.

CHPê, daneyên bi girtekên destnîşana şil parve kirin

Tevahiya Hejmara Sindoqan: 192.169

Hejmara Sindoqên Hatin Vekirin: 95.711

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 47,36

Recep Tayîp Erdogan: Ji % 46,86

Sînan Ogan: Ji % 5,33

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak, li Hêwana Navenda Giştî ya CHPyê Îsmaîl Cem daxuyanî da û got,

"Ajansa Anadoluyê, cara dawî manîpulasyonên xwe yên kevneşopî dike. Li bendê bin. Li gorî daneyên ku di destên me de hene, em encamên erênî dibînin. Hejmara sindoqên hatine vekirin watedartir e. Dema hûn bigihîjin vê astê em ê dîsa daxuyaniyê bidin."