Hilbijartinên saredariyên Rojava: ENKS wê boykot bike!
PeyamaKurd – Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên ku tê plankirin di 30'ê Gulanê de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de bên lidarxistin, dewam dikin.
Hilbijartinên şaredariyan piştî avakirina rêveberiya xweser cara sêyemîn e ku tê kirin. Li 7 kantonên di bin rêveberiya xweser de amadekarî hatin destpêkirin.
Li gor zanyariyên dawî 18 aliyên siyasî yên Rêveberiya Xweser ji bo beşdariya hilbijartinan hevpeymaniyek pêk anîne û dê bi yek lîste beşdarî hilbijartinan bibin. Nîşaneyên wê jî hene ku wê hejmara hevpeymanan zêde bibe.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku ew ê hilbijartinên şaredariyan boykot bikin.
Ji aliyekî din ve, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Wehde) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDK-S) heta niha tevlî ti hevpeymaniyeke hilbijartinan nebûne.
"Ev hilbijartina yek partiyê ye"
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl got:
“Ev hilbijartinên yek partiyê ne. Em beşdarî van hilbijartinan nabin û li gorî me ne rewa ne. Partiyek bi hêzên xwe yên leşkerî bi serê xwe hilbijartinan pêk tîne. Ti eleqeya van hilbijartinan bi rewşa gelê me re nîne. Û zirarê dide miletê me. Pirsgirêka miletê me ne hilbijartina yek partiyê ye."
Herwiha Rêveberiya Xweser ragihand ku zêdetirî 3 milyon hilbijêr xwedî mafê dengdanê ne. Koçber û penaberên ku zêdeyî 5 sal in li herêmên xweser dijîn jî wê di hilbijartinê de dengê xwe bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin