Hikûmeta wî welatî, ji bo wezîran qedexe danî!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Belçîkayê hatin ragihandin, ji endamên kabîneyê re hat qedexekirin ku bi eşkereyî biryarên ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatine dayîn, rexne bikin.
Li gorî Giştînameya Exlaqê Siyasî ya ku ji aliyê Serokwezîr Alexander De Croo ve hat amadekirin û ji aliyê civata wezîran ve hat qebûlkirin, li endamên kabîneyê hat qedexekirin ku biryarên hikûmeta federal bi awayekî eşkere rexne bikin.
Li gorî vê giştînameyê, du bijardeya wezîran heye: yan rexne li biryarên hikûmetê nakin yan jî îstifaya xwe pêşkêş dikin.
Di medyaya medyaya Belçîkayê de hat diyarkirin ku piştî ku Alîkara Serokwezîr Petra De Sutter, endama Partiya Çep a Kesk; nêzîkatiya Peymana Koçê ya Ewropayê û Qanûna Vegerandina Xwezaya Ewropayê ya Serokwezîr De Croo bi tundî rexne kir, belavok ket rojevê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin