Hikûmeta Samê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat cezakirin
22 nîsan 2021 16:59
PeyamaKurd – Hikûmeta Şamê, ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat cezakirin û ji mafê dengdayînê hat bêparkirin.
Piştî hat piştrastirin ku Hikûmeta Şamê çekên kîmyewî bi kar aniye, welatên endam ên OPCW, biryara cezakirina rejîma Esed xist dengdanê û biryar ji aliyê 87 welat ve hate erêkirin.
Hevkarên Hikûmeta Şamê mîna Îran, Rûsya û Çîn jî di nav de, 15 welat li dijî biryar bûn, 34 welat jî bêdeng man.
Hikûmeta Şamê dibêje, biryar bi armanca zêdekirina zextan pêk hatiye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Hikûmeta Şamê jî ev yek red kir û îdia kir, biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, bi armanca zêdekirina zextên li ser Sûriyê pêk hatiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Karbidestekî Rojava: Hikûmeta Samê li ser Holê hevkariyê nake
30 mjd 2025
Cîhan
Hikûmeta Sûriyê rêya Hesekê-Samê girt
21 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin