Hikûmeta Qazaxistanê îstifa kir: Serokwezîrê demkî hat diyarkirin
05 sibat 2024 22:56
PeyamaKurd – Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev, biryara karvekêşana hikûmeta welatê xwe di çarçoveya xala 70êmîn a destûrê îmze kir.
Hate ragihandin ku wê heta hikûmeta nû bê avakirin, cîgirê serokwezîr Roman Sklyar, bibe serokwezîrê demkî yê Qazaxistanê.
Serokomariya Qazaxistanê ragihandiye ku dê 7ê Sibatê bi seroktiya Serokomar Tokayev civîna berfirehkirî ya hikûmetê bê lidarxistin û tê de, encamên geşepêdana 2023yan a welat û armancên pêşerojê bên gotûbêjkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin