Hikûmeta nû di rojeva Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî de

18 cotmeh 2018 00:38
Hikûmeta nû di rojeva Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî de

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Adil Ebdulmehdî civiya û li ser pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Neçîrvan Barzanî îro di dema serdaneke xwe ya bo Iraqê de, piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel Adil Ebdulmehdî civiya.

Li gor ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê guftûgo hatin kirin. Herdu alî hemfikr bûn, ku hikûmeta paşerojê karibe bersivê bide daxwaz û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê.


Di civînê de pêşketinên siyasî û ewlehiya herêmê bi giştî, ya Iraqê jî bi taybetî, herwiha proseya siyasî û guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin: “Berdewamiya guftûgoyan û çareseriya kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de hat dubarekirin.”

Serokwezîrê Kurdistanê di dema serdana xwe bo Bexdayê de pêşiyê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve hat pêşwazîkirin.