Hikûmeta Kurdistanê 262 milyon dînar ji bo tedawiya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê xerc kir
02 cotmeh 2022 18:24
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo tedawiya qurbaniyên çeka kîmyewî yên dema rejîma Sedam Huseyîn 262 milyon dînar xerc kir.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo qurbaniyên kîmyabaranê de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 262 milyon Dînar hat xerckirin ji bo çareseriyên bijîşkî û neştergerî ji bo berketiyên çekê kîmyayî re bêne kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku xerckirina van pereyan, ji budceya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Helebcê û bi hevahengiya navbera Wezareta Tenduristî û Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan pêk hatiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hikûmeta Kurdistanê ji bo Ranyayê 60 milyon dînar budce dabîn kir
29 nsn 2024
Kurdistan
Hikûmeta Kurdistanê ji bo projeyên Ranyayê nêzî 400 milyon dînar terxan kir
12 cot 2021
Aborî
Karsazên Kurdistanê 700 milyon dînar ji Rojava re bexşandin
26 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin