Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê esîreke din a ereb bi çek kir

29 hezîran 2020 21:28
Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê esîreke din a ereb bi çek kir

PeyamaKurd – Hat zanîn ku Hikûmeta Iraqê li bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê endamên eşîreke ereb bi çek kiriye.

Berpirsê PDKê li bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, Hîwa Reşîd diyar kir ku hikûmeta Iraqê endamên eşîreke ereb bi navê Elbû Miferc çekdar kiriye û perwerdeya serbazî û mûçe jî dide wan.

Hîwa Reşîd got, “Helbet heta niha çend eşîrên ereb yên Kerkûkê hatine çekdar kirin. Ev jî me ditirsîne.”

Beriya niha jî eşîrên Elbû Hemdan, Niêm û Ubêd yên li devera Hewîce ya Kerkûkê jî hatibûn çekdarkirin, lê belê nahêlin kurd li hember êrîşên DAIŞê çek hilgirin û xwe biparêzin.