Hikûmeta Iraqê: Ev operasyon li dijî perensîpên cîrantiya bas e
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sefah di daxuyaniyê de eşkere kir, Hikûmeta Iraqê operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi rêya helîkopterên ATAK û balafirên bêfirokvan li navçeyên Metîna, Zab, Avaşîn û Basiyan bi tundî red û şermezar dike.
Sefah diyar kir: “Iraq vê operasyonê, bi binpêkirina serwerî û rêznegirtina li dewletê dizane û ev li dijî peyman û yasayên navdewletî ye. Herwiha ev operasyon li dijî perensîpên cîrantiya baş e.”
Di berdewamiyê de Sefah da zanîn, Hikûmeta Iraqê rê nade xaka wê ji bo gihandina ziyanê bi welatên cîran were bikaranîn û re dike ku Iraq bibe meydana yekalîkirina nakokiyên navdewletî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin