Hêzên Tirkiyê ji herêmeke Idlibê vekisiyan
PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên medya rûsî, hêzên artêşa Tirkiyê ji herêma rêya navdewletî M5 a Idlibê vekişiyan.
Herwiha hatiye ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê rêya M5 bi tevahî kontrol kirine û xala çavdêriya leşkerî ya Tirkiyê jî di bin dorpêça hêzên rejîmê de maye. Hat diyarkirin ku hêzên Tirkiyê ji wê herêmê di bin çavdêriya hêzên Rûsî de vekişiyane.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku rêya stratejîk a girêdana parêzgeha Helebê bi temamî ji aliyê hêzên Esed ve hatiye kontrolkirin û hêzên Tirkiyê jî ji wan herêmên lê bû vekişiyaye.
Hêjayî gotinê ye, şandeke Tirkiyê ji bo çareserkirina krîza Idlibê li Moskowê ye û tê çaverêkirin li gorî lihevkirina Rûsya-Tirkiye biryarên vekişîn û mayîna hêzan li Idlibê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin