Hêzên Talîban û Îranê pev çûn: Leskerekî Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku careke din di navbera hêzên Talîban a Afganistan û hêzên Îranê de, li ser sînorê her du welatan şer derketiye û leşkerekî Îranê di wî şerî de hatiye kuştin.
Li gorî ragihandina rojnameya “8ê Sobh” a Afganistanê, şer li ser sînor rû daye û her du aliyan teqe li hevdu kirine û leşkerekî rejîma Îranê yê bi navê Mihemed Seyad di encamê de hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku êrîş piştî teqeya hêzên sînorî yên rejîma Îranê li 2 zarokên Afganî rû daye.
Rojnameya navborî diyar kiriye ku şer û pevçûn demjmêrek berdewam bûye û hêzên Taliban li nav axa Îranê êrîşî ser hêzên rejîma Îranê kirine.
Derbarê bûyerê de, medya Îranê ti nûçe belav nekirine, lê tenê kanala Hîrmend a girêdayî rejîma Îslamiya Îranê ragihandiye ku Taliban komeke şerxwaz û çekdar e û dixwazin destdirêjiyê li ser axa Îranê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin