Hêzên rûsî ji ber nehatina hêzên tirk bi hêzên kurd re dewriye kir
PeyamaKurd – Dewriyeyên leşkerî yên Rûsya-Tirkiyê li ser erda Rojavayê Kurdistanê ku bi rêkeftina Soçiyê dest pê kiribûn berdewam dikin.
Herî dawî îro polîsên leşkerî yên rûsî tevî 6 wesayîtên xwe ji bo dewriyeya ligel leşkerên Tirkiyê bo devera Girkê Legê ketin rê.
Li gorî zanyariyên xewcihî, polîsên rûsî 2 saetan li benda hêzên tirk man, lê ji ber ku nehatin dewriyeya xwe bi hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Rojavayê Kurdistanê berdewam kirin.
Hat diyarkirin ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê 2 saetan li gundê Dêrna Axê li hêviya wesayîtên Tirk man, lê hêzên tirk derbasî xaka Sûriyê nebûn û polîsên leşkerî yên rûsî tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gundê Dêrna Axê dest bi dewriyeyê kirin û ber bi gundên Ibrahîm, Bakrewan û Batirzan ve çûn. Piştre ji heman gundên navborî vegeriyan û berê xwe dan Qamişlo.
Hêjayî gotinê ye, di dewriyeyên beriya niha yên hevbeş de, leşkerên tirk li heman herêma dewriyeyê rastî protestoyan û avêtina kevirên şêniyên gundên dorûberê hatibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin