Hêzên rejîmê li navenda parastinê ya sîvîl xist

10 adar 2019 22:16
Hêzên rejîmê li navenda parastinê ya sîvîl xist

PeyamaKurd- Hêzên rejîmê û grûbên bi ser Îranê ve, li bajarê Idlibê li devera ku ji sîlihan hatiye paqijkirin, bi topan li navenda sîvîlan xist. Navend nema dikare xizmetê bide. Xwebexşekî parastina sîvîl jiyana xwe ji dest da.

Do jî li Cisr Eş Şuxirê balafireka Rûsyayê li ciyê çavdêriya muxalifan xistibû, xesareka zêde dabû navendê û xwebexşekî hatibû kuştin.

Ji serê salê heya niha, li Idlibê, bi êrîşên bejayî û hewayî 117 sîvîl mirine û 342 sîvîl birîndar bûn e.