Hêzên Pêsmerge hejmarek stargeh û cebilxaneyên DAISê teqandin

31 berfanbar 2021 23:13
Hêzên Pêsmerge hejmarek stargeh û cebilxaneyên DAISê teqandin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê îro 31ê Kanûna 2021ê ragihand ku li devera Germiyan hejmarek binke û cebilxaneyên rêxistina terorîst DAIŞê hatin teqandin û îmha kirin.

Wezareta Pêşmerge daye xuyakirin, îro danê sibê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li mîhwerên Qeretepe û Kifrî li devera Germiyan operasyonek hevbeş û berhemdar li dijî DAIŞê kirin.

Wezaretê da zanîn, operasyonê demjimêr 06.00 dest pê kir. Hêzên Iraqî li aliyê Xurmatû ve û li kêleka gundê Muedere re derbasî ser çiyayê Xerre bûn, hêzên Pêşmerge jî li gundê Qorîça re û li du mîhweran ve dest bi operasyonê kirin û berê xwe dan Pelkane û li mîhwera duyem re derbasî çiyayê Xerre bûn û li wir gihîştin hêzên Iraqî.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, di operasyonê de çend binke û cihê veşartina çekdarên DAIŞê û embarên çek û teqemeniyên wan hatin îmhakirin.

Herwiha Wezareta Pêşmerge da zanîn, operasyonên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê bidomin da ku ew dever bi temamî ji terorîstan were paqijkirin.