Hêzên hewayî êrîsê ser hêzên Hafter kirin

13 gulan 2020 03:46
Hêzên hewayî êrîsê ser hêzên Hafter kirin

PeyamaKurd- Artêşa Lîbyayê ya hukumeta desthilatdar, bi hêzên hewayî êrîşê baregeha hewayî ya Watiyye ku di bin destê general Hafter de ye, kir û li muhîmmat û alaven ku sîlih barkirî bûn xist. Li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya Operasyona Wolqanê; hêzên hewayî yên hukumetê êrîşê baregeha Hafter ya li Watiyye kirine. Watiyye 140 km li rojavayê başûrê Trablûsê ye.

Piştî êrîşê di baregehê de teqînên mezin çêbûne û agir bi hinek ciyan ketiye. Watiyye li orta çolê ye, gelek tê parastin û ji aliyê stratejîk de, 7 heya 10 hezar leşkeran dikare bihewîne. Berê jî artêşa Lîbyayê ragihandibû ku dixwaze baregeha Watiyye ji destê Hafter derbixe.

Li baregehê gelek leşker hene û leşkerên bi pere jî li wê derê dimînin.